Parlementoya Iraqê biryara derbarê parlementerên Kurd de daxûyand

Dadgeha Bilind a Iraqê dosya ji bo dûrxistina 10 parlamenterên kurd ji parlamentoya Iraqê hatî amadekirin, red kir.

11.10.2017, Çar - 10:18

Parlementoya Iraqê biryara derbarê parlementerên Kurd de daxûyand
Nuçe Belav bike

Dadgeha Bilind a Iraqê bersiva daxwaza parlamentoya Iraqê ya derbarê wergirtina mafê parlemanteriyê ji wan kesên ku beşdarî di giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de kirine da.

Bi hêceta ku parlamenterên kurd ên endamên Parlamentoya Iraqê di giştpirsiya 25ê îlonê ya sexwebûna Kurdistanê dengê xwe bikar anîne ji Dadgeha Bilind a Iraqê hatibû xwestin ku ew jî karên xwe bêne dûrxistin.

Dadgeha Bilind a Iraqê bersiva vê daxwaza parlamentoya Iraqê da û diyar kir ku ew ne ji desthilatên wê dadgehê ye û ew daxwaz red kir.

Derbarê wê yekê de pisporê yasayî Tariq Herb ragihand parlamantoya Iraqê nikare ji ber beşdarîkirin di giştpirsiyê de mafê parlamanteriyê ji ti parlemanterekî/ê werbigre.

Parlementerên ku navê wan di dosyayê de cih digirin wihaye: Serokê Koma YNK'ê Arez Abdullah, Serokê Koma PDK'ê Arafat Kerem, Serokê Koma Yekgirtû Mûsena Emîn, Serokwekîlê Koma PDK'ê Şaxewan Abdullah, Necîbe Necîb, Eşvak Caf, Abdûlazîz Hasan û Viyan Dexîl.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1087 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x