Artêşa Tirkiyê duhî bi hemû hêza xwe û bi alîkariya çekdar û çeteyên Sûrî dest bi êrişeka berfireh li dijî Rojavayê Kurdistanê kir.
Êriş û operasyona Tirkiyê li ser kurdên Sûriyê rastî nerazîbûneke berfireh hatiye.
Serokatiya parlementoya Kurdistanê jî li ser wan êrişan daxuyaniyek da û ragihand, ew êriş bûne sebeba nîgeraniya kûr ya parlementoya Kurdistanê, ji ber wê jî ew bi tundî wê yekê şermezar dikin û daxwaz dikin demildest ew êriş û operasyon bên sekinandin û her du alî bi rêka diyalogê arîşeyên xwe çareser bikin.
Di daxuyaniya serokatiya parlementoya Kurdistanê de hatiye gotin, Tirkiye di demekî de êrişî Rojava dike ku hîn şerê terorê xilas nebûye ji ber wê jî ew êriş dibe sebeba aloztirbûna deverê û kûrtirbûna arîşeyan.
Serokatiya parlementoya Kurdistanê daxwaz ji Amerîka, Rûsya, Brîtanya, Fransa û hêzên navdewletî kiriye pêşiya êrişa han bigirin û nehêlin rewş xirabtir bibe.