Parlementoya Kurdistanê pêşniyarên xwe li ser madeya 140 dide komîteya guhertina Destûra Iraqê

Seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ragihand, ewê pêşniyar û nêrînên xwe li ser venivîsîna madeya 140 ya Destûra Iraqê bidin komîteya venivîsîna Destûrê.

03.12.2019, Sal - 10:51

Parlementoya Kurdistanê pêşniyarên xwe li ser madeya 140 dide komîteya guhertina Destûra Iraqê
Nuçe Belav bike

Parlementera kurd û seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ya parlementoya Kurdistanê, Ciwan Rojbeyanî ji BasNewsê re got, bi qasî ku haya me jê heye piraniya madeyên Destûra Iraqê (Qanûna Esasî) dê bên guhertin û ji nû ve bên nivîsandin, ji ber wê jî em dixwazin pêşniyar û nêrînên xwe li ser wan madeyên ku pêwendiya wan bi kurdan re hene, bidin komîteya venivîsîna Destûrê.

Ciwan Rojbeyanî her wiha got, ji bo wê jî emê hefteya bê li ser madeya 140 ya Destûrê, ku girêdayî qedera deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê ye, semînarekê pêk bînin û li ser wê gotûbêj bikin ku çi nêrîn û pêşniyrekê li ser wê madeyê bidin komîteya venivîsîna Destûrê.

Parlementoya Iraqê ji ber fişara xwepêşandanên Iraqê biryar dabû Destûra wî welatî were hemwarkirin û guhertin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 714 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:31:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x