Partiyên kurdî bo IMF: Para Kurdistanê diyar bikin

Freaksiyonên partiyên Kurdistanê yên li parlamentoya Iraqê bi awayekî fermî ji Sindoqa Navdewletî ya Pere (IMF) daxwaz kirin, ku ji wê deyna didin Iraqê para Kurdistanê jî diyar bikin.

04.02.2017, Cts - 07:09

  Partiyên kurdî bo IMF: Para Kurdistanê diyar bikin
Nuçe Belav bike

Freaksiyonên partiyên Kurdistanê yên li parlamentoya Iraqê bi awayekî fermî ji Sindoqa Navdewletî ya Pere (IMF) daxwaz kirin, ku ji wê deyna didin Iraqê para Kurdistanê jî diyar bikin.

Freaksiyonên Kurdistanê di 26ê meha Çileyê nivîsînek fermî ji Serokê IMFê re şandin.

Di nivîsînê de partiyên Kurdistanî diyar kirin, hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji ber giraniya krîza darayî û şer di nav tengezariyekê de dijîn û destnîşankirin, ku bi taybetî di pêşxistin û berdewamkirina kerta perwerde, tendurustî û torên parastina civakî de pêwîstiya Kurdistanê bi hevkariya darayî heye.

Di nivîsînê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, Herêma Kurdistanê dixwaze para wî ya di deynên Iraqê de bê diyar kirin û ev yek mafekî rewa yê Kurdistanê ye, di destûrê de hatiye destnîşankirin. Herwiha di yasaya bûdceya Iraqê de jî hatiye danîn.

Herwiha, freaksiyonên Kurdistanî ligel Nûnerê Sindoqa Navdewletî yê Pere yê Iraqê Crîstian Joe hevdîtinek pêk anîn û tekez li ser pêwîstiya diyarkirina beşa Kurdistanê kirin.

IMF ji sala 2008ê ve deynan dide Iraqê. Iraqê heta sala 2012ê bi giştî 10 milyar dolar deyn wergirtibû.

Di sala 2016ê de IMFê ligel Iraqê rêkeftineke din îmze kiribû. Li gorî vê rêkeftinê Iraq dê 5 milyar û 340 milyon dolar deyn werbigre. Di heman salê de Bexdayê milyarek û 400 milyon dolar wergirt. Biryar e îsal 2 milyar dolarên din werbigre û di sala 2018ê jî milyarek û 940 milyon dolarên din werbigre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 937 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:08:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x