Parêzgarê nû yê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl ji K24ê re ragihand, parêzgeh Neynewayê rewşeke wê ya taybet heye, ku çendîn pêkhateyên olî û etnîkî lê dijîn, ji ber wê jî Neynewayê bûye Iraqeke biçûk.
Parêzgarê nû yê Neynewayê tekez kir, cihêrengiya Neynewayê belgeya bihêzbûna bajar û navçeyên wê ye, bi taybetî di warê pirrengî û pêkvejiyana navbera wan de.
Derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Neynewayê de jî tekez kir, têkeliyên gelek baş di navbera wan de hene û hewlên wan ên berdewam ji bo pêşdebirin û bihêzkirina pêwendiyan hene.
Dexîl got jî, ew plan dikin di dema erkê wî de rewşa bajêr ber bi başiyê ve biguherînin, ji bo vê yekê ji dema destbikarbûna wî ve, çend proje ji bo xizmetkirina xelkê bajêr danîne.
Tekez kir, ew dixwazin û kar dikin ku ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê, derbasî bajarê xwe bikin û ji bo berjewendiya xelkê bajarê xwe cibicî bikin.
Dexîl got jî, rewşa Şingalê bi temamî ne aram e û heta rewş asayî nebe, xelkê nikare vegere ser cih û warên xwe. Ji bo vê mebestê jî, divê rêkeftineke rasteqîne di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hebe.
Herwiha tekezî li ser wê yekê kir, Şingal ji bo parêzgeha Neynewayê gelekî girîng e û xizmetkirina wê jî, ji karê wan ê pêşîne ye.
Necim Cibûrî ku berî çend rojan destkişandina xwe ji postê Parêzgariya Neynewayê ragihandibû, Serokwezîrê Iraqê jî roja 26ê Mijdarê destjikarkişandina wî pesend kir û Ebdulqadir Dexîl li şûna wî dest bi kar kir.