PDK: Em piştrast in ku dengên me zêdetir in

Berdevkê PDKyê da zanîn ku ew di pêvajoya hilbijartinên encûmenên parêzgehan de rastî asatngiyan hatine.

29.12.2023, Cum - 12:57

PDK: Em piştrast in ku dengên me zêdetir in
Nuçe Belav bike

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, li ser encamên fermî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehan daxuyanî da.

Mehmûd Mihemed li ser encamên fermî got, “Em piştrast in ku dengên me zêdetir in. Pêwendiya vê kêmkirin û zêdekirina dengan bi hesabên siyasî re heye.”

“Hevalên me bi serbilindî beşdarî hilbijartinan bûn”

Mehmûd Mihemed li ser van astengiyan got:

“Ji zextên siyasî û ewlehiyê bigire heta bi kirîna dengan em rûbirûyî gelek pirsgirêkan bûn lê heval û alîgirên me bi serbilindî beşdarî hilbijartinan bûn û me astengî li pey xwe hiştin.”

“Em ji bo diyalogê amade ne”

Berdevkê PDKyê da zanîn ku ew dîsa ji bo diyalogê amade ne û berdewam kir:

“Ji bo rêveberiya encûmenên parêzgehan li ser hîmê şirîkatiyê ava bibe û ji xelkê me re xizmet were kirin û peymanên siyasî werin bicihkirin em amade ne ku diyalogê deynin.”

Hilbijartinên encûmenên parêzgehan û Kerkûk

18ê Kanûna Pêşînê, li Îraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Encûmena Parêzgariya Kerkûkê bi tevahî ji 16 kursiyan pêk tê û partiya ku bigihe 9 kursiyan dikare ji bo parêzgariyê berbijêrekî destnîşan bike.

Heke partiyên Kurdan bi hinek partiyên din re li hev bikin û bigihin 9 kursiyan dikarin ji bo parêzgariyê namzedekî diyar bikin lê vê carê jî divê partiyên mayî jî vî namzedî bipejirînin.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Niha ji bo destnîşankirina parêzgar pêwîst e ev partiyên Kurdan bigihin hev û bi hinek aliyên din re jî tifaqê bikin da ku karibin parêzgariya Kerkûkê bistînin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hêzên Îraqê ketin Kerkûkê û parêzgariya bajêr jî ji destê Kurdan çû.

Niha parêzgariya Kerkûkê bi wekaletê di destê Rakan Seîd Cibûrî de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 250 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:53:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x