PDK'ê ofîsa xwe ya li Bexda'yê rûxand

Li hember êrîşa ser ofîsa xwe ya li Bexdyaê û şewitandina avahiya wê ji aliyê alîgirên grûp û partiyên Şîe yên ser bi Îranê ve, îro Sêşembê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) avahiya ofîsa xwe ya li Bexdayê bi erdê re kir yek û tevahiya çalakiyên xwe yên li Bexdayê jî rawestand.

29.03.2022, Sal - 13:53

PDK'ê ofîsa xwe ya li Bexda'yê rûxand
Nuçe Belav bike

Di demjimêrên destpêkê yên roja Duşembê 28ê Adara 2022'an de alîgirên Heşda Şeibî û grûp û partiyên ser bi Îranê ve bi hinceta qaşo kadroyekî PDK'ê di twîtekê de bêrêzî li hember Lêvegera Şîeyan li Necefê kiriye, êrîşî avahiya ofîsa PDK ya li Bexdayê kirin û agir bi beşeke avahiyê xistin û şewitandin.

Li gorî nûçeya ku Rûdaw'ê de cih digire hatiye ragihandin ku Partîya Demokrat Kurdistan (PDK)'ê îro Sêşembê 29ê Adarê avahiya ofîsa xwe ya li Bexda'yê ku wek Şaxa 5 a PDK'ê çalakî dikir, bi tevahî rûxand û bi erdê re kir yek, herwiha PDK'ê hemû çalakiyên xwe yên li paytexta Iraq'ê rawestand.

Ev yek weke bersivekê ye bo hikûmeta Iraqê ku nekariye avahiya wan biparêzre.

Şaxa 5 a PDKê ya li Bexdayê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber ev cara duyem e ku baregeha wan tê şewitandin û tê talankirin, bêyî ku ti lêpirsînek bê kirin, lewra wan biryar daye baregeha şaxa xwe bigirin û tevaya çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl li Bexdayê rawestînin.

PDKê diyar kiriye, heta hikûmeta Iraqê garantiyê nede wan ku can û malê wan li Bexdayê parastî dibe, ew hemû kar û çalakiyên xwe radiwestînin. PDK herwiha daxwaz kiriye lêkolîn li ser dosyeya şewitandina baregeha PDKê bê kirin û kesên ku destê wan di vê bûyerê de hebûye bêne cezakirin.

Pêştir di 17ê Cotmeha 2020an de beşek ji alîgirên Heşda Şeibî êrîş ofîsa PDKê ya li Bexdayê kiribûn û beşek ji ofîsê û Ala Kurdistanê ya li ser avahiya ofîsê şewitandibûn û flamaya Heşda Şeibî li ser baregehê bilind kiribûn.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyera êrîşa duh a li ser ofîsa PDKê ya li Bexdayê ragihandibû, li ser fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ew kesên ku sivikarî bi rêberê olî yê Şîe kiriye hatiye desteserkirin û radestî desthilata dadê hatiye kirin.

Herwiha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî têkildarî êrîşa ser ofîsa xwe di daxuyaniyekê de ragihandibû, twîta wî kesî derbirîna nêrîna wî bi xwe ye û ti têkiliya PDKê bi mijarê re nîne. PDKê êrîşa ser ofîsa xwe ya li Bexdayê jî şermezar kir û tekez kir, “Baweriya PDKê bi pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtinê heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 380 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:37:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x