Duh roja Duşemê, 20ê Mijdara 2023ê, Balyozê Yekê yê Amerîkayê li Kirwatya û Siyasetvan û Diplomatkarê Amerîkayî Peter Galbraith di nav korbenda MEPSê de ji ajansa K24ê re got, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de li korbenda MEPSê amaje da çend mijarên giring, wekî ku vê korbendê peywendî bi aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn ve heye, di demekê de ku çend hevrikî li Rojhilata Navîn hene”.
Galbraith herwesa got, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê ku piştevaniya gelê Filistînê dikin, di eynî demê de çareseriya dudewletiyê ji bo wê arêşeyê diyar kir”. Galbraith herwesa amaje da, “Eger gelê Filistînê hejî dewletê ye, gelo Kurd hejî dewletê nînin?”.
Diplomatkarê Amerîkayî behsa wê yekê kir, “Xelkê Kurdistanê di referandumê de 92.3% dengê xwe da serxwebûnê ku piroseyeke temam azad û dadperwerane bû. Ew mijar li ser dewleta Filistînê û dewleta Kurdistanê bi eynî rengî tê bicihanîn, çareseriya arêşeyên wan herdu welatan çêkirina dewletan e.
Galbraith tekez kir, “Ez piştrast im ku çareyeke dudewletiyê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de jî heye, bi çêbûna wan herdu dewletan peywendî dê gelek baştir û asayîtir bibin. Ev dê ji bo ewlehiya deverê bi tevahî gelek baş be”.
Di derheqa mafên gelê Kurd de, Galbraith difikire, “Ev nêzî 70 salan e ku Kurd di demên cuda cuda de ji bo mafên xwe berhingarî rijêman bûne lê xelk nekuştiye û karên terorsitî nekirine, ew jî helwesteke xweşik e.
Galbraith mafê Kurdistanê dibîne ku wekî hemî welatên din dewleta xwe hebe, got, “Xelkê Herêma Kurdistanê li Îraqê hemî ew maf hene yên ku xelkê Filistînê jî hene. 22 dewletên Erebî hene û Filistîn dê bibe dewleta Erebî ya 23ê lê Kurdan heta niha çi dewletek nîne. Eger behsa dadperweriyê bê kirin, xelkê Kurdistanê hejî dewletekê ye û bi rengekî demokratîk jî deng ji bo welatê xwe daye, lewma parek ji sedemê Amerîka û welatên din ên zilhêz in ku herdem dixwazin cîhana heyî her wekî xwe bimîne û guhertin rû nedin lê rastî ew e ku rastî tên guhertin û nayên qebûlkirin.
Galbriath wesa difikire, “Eger arêşeya Kurdan li Îraqê neyê çarekirin û rêz li mafên Kurdan ji bo serxwebûnê neyê girtin, çi aştî berqerar nabin”.