Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Heftenînê di berdewamiya operasyona Çengê Piling de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. HPGê jî têkildarî derbarê şer û pevçûnên li Colemêrg, Heftenîn û Avaşînê de daxuyaniyek weşand.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê operasyona artêşa wî welatî ya li nav axa Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, operasyon berdewam e û di encama pevçûnên herî dawî de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê” operasyonên artêşa Tirkiyê bi awayekî serkevtî berdewam dibin.”
HPG: Derb li helîkopterekê hate xistin
Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihan ku gerîlayên wan li navçeya Gever a Colemêrga Bakurê Kurdistanê êriş bire ser leşkerên Tirkiyê ku derketibûn operasyonê.
Li gor daxuyaniyê 27ê Tirmehê hêzên wan herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome çalakî kirine p hejmareke leşker di wê çalakiya wan de hatine kuştin û birîndarkirin.
HPG dibêje: “Eynî rojê hêzên me li dijî helîkoptêrên Kobra û Skorsky ku hatine qadê çalakî kirine, ji du aliyan ve derbên lêxistin.”'
HPGê di daxuyaniya xwe de bi diyar dike ku hêzên wan 27ê Tîrmehê saet 11.10an li Çelê ya Colemêrgê, di navbeyna girên Êrîş û Xeregolê de li dijî kepçeyekê, ku xebata rê dikir çalakiyek kirine û kepçe ji nav birine û leşkerek jî hate kuştin.
Li gor heman daxuyaniyê li devera Gerzê ya dikeve Mergezerê ya navçeya Gever a Colemêrgê di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şerekî dijwar qewimî û di wî şerî de 12 leşker hatin kuştin û 3 gerîlayan jî canê xwe ji dest dan.
Parlamentoya Kurdistanê: Ji ber şerê Tirkiye û PKKê zêdetir ji 500 gund hatine valakirin
15yê Hezîrana borî, artêşa Tirkiyê dest bi operasyonên ezmanî û zemînî li ser navçeyên çiyayî yên sînorê Parêzgeha Duhokê kir.
Behaneya êrişên artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê, hebûna gerîlayên PKKê ye, lê ziyanên canî û madî bêhtir digihêjine xelkê sînorê parêzgeha Duhokê. Operasiyonên Tirkiyê bandorekie mezin li ser gundên parêzgeha Duhokê kiriye.
Parlamentoya Kurdistanê roja 29ê Hezîrana îsal, hejmareke komîteyan ji bo lêkolînkirina rewşa navçeyên sînorî yên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û diyarkirina ziyanên bombebaran û topbaranên Tirkiye û Îranê, raspardibûn.
Ew komîte jî çûne navçeyên ciyawaz ên sînorî yên Hewlêr, Silêmanî, Helebçe, Duhok û Şingalê û lêkolîn birêve birin û raportek amade kirin.
Li gor wê raporta ku komîteyan amade kirine û taybet bo Rûdawê hatiye şandin, ji wê dema ku Tirkiyê di naverasta meha Hezîranê de li sînorê Başûrê Kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin û di heyama 28 salên şerê Tirkiye û PKKê de jî 50 hemwelatiyên sivîl şehîd bûne.