Plasschaert derbarê paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de hişyarî da

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert hişyarî da ku eger hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de neyên pêkanîn encamên xwe yên siyasî û baceke dijwar dê hebin û diyar kir ku wan aliyan di vê mijarê de hişyarî da.

05.10.2022, Çar - 06:27

Plasschaert derbarê paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de hişyarî da
Nuçe Belav bike

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert îro Sêşembê 4ê Cotmeha 2022ê raporta xwe ya werza bo çarêka seyêm a îsal ya derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kir.

Plasschaert got: “Emcamnedana hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de, neguhdarkirina xwesta xelkê û paşguhkirina prensîbên bingehîn ên demokrasiyê" li Herêma Kurdistanê encamên siyasî bi xwe re tîne ku dê baceke giran be.”.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê dibêje: “Em bi awayekî çalak li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî bûne derbarê derbarê gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê. Ev hilbijartin di destpêkê de biryar bû 1ê Cotmehê bihata kirin wate sê roj berî niha, lê hêj partiyên siyasî yên Kurdistanê negihiştine zemîneke hevpar. Dîsa dabeşbûna herêmên weke zer û kesk û fakotra herî mezin e li pêşîgirtina pêşketinan.

Me bi zelalî rave kir ku darên me yên sêrbaziyê nînin û mijar li ser xwesta siyasî maye. Bi giştî hilweşandina desthilatdariyê bêîstîkrariyê çêdike. Ev yek ji bo Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê jî derbasdar be.”

Jeanine Hennis-Plasschaert herwiha bal kişand li ser pêwîstiya gotûbêjên di navbera aliyên Iraqî de û anî ziman ku niha Iraq di qonaxa herî metirsîdar re derbas dibe.

Di berdewamiya axftina xwe de Plasschaert tekez kir ku divê Iraq mafên Herêma Kurdistanê bide û derbarê bombebaranên van demên dawî yên Îranê de li ser Herêma Kurdistanê got, Îran serweriya Iraqê binpê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x