Plasschaert hişyariyê derbarê rewşa kampa Holê de dide

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî Jeanine Plasschaert bo kampa Holê hişyarî da ku eger rewş wek xwe bimîne, dê bibe çavkaniya terorê.

13.06.2023, Sal - 08:39

Plasschaert hişyariyê derbarê rewşa kampa Holê de dide
Nuçe Belav bike

Jeanine Plasschaert di gotarekê derbarê nêrîna Iraqê li ser kampa Holê ya li Hesekê de got: “Mîrasa terorîstên DAIŞ’ê, mîraseke tevlîhev e ku divê em hemû bi hev re kar ji bo wê bikin.”

Plasschaert: “Divê zarok li kampa Holê bêne veguhastin, ber ku mezin bibin û beşek ji wan bibin terorist.”

Plasschaert da zanîn jî, ji sala borî ve 1382 malbatên Îraqî bo kampa Ciddeyê ya li Mûsilê hatine vegerandin û 837 malbat jî bo cih û warên xwe hatine vegerandin. Lê hîn gelek malbatên Iraqî li Holê mane û divê kar ji bo vegerandina wan bê kirin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî bal kişand ser wê yekê ku "çareseriya herî baş ji bo girtina vê dosyayê, hewldanên hevbeş ên civaka navdewletî ye ji bo kontrolkirin û çareserkirina vê rewşê.”

Hola kampê ku dikeve başûrê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê ser bi parêzgeha Hesekê û dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Netewên Yekgirtî û fermandarên Amerîkî çendîn caran hişyarî dane ser metirsiyên kampên malbatên DAIŞê ji ber ku zarok ji aliyê dayikên wan ve fêrî tundrewiyê dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x