Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê dicive.

08.06.2023, Per - 10:16

Polîtburoya PDKê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive
Nuçe Belav bike

Jêderekî ji Polîtburoya PDKê ragihand, Polîtburoya PDKê îro li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serperiştiya Serok Barzanî dicive.

Ev civîn di demekê de ye ku biryare îro Parlementoya Îraqê ji bo dengdana li ser projeyasaya bûdceyê Iraqê bicive.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ku Kurd beşeke girîng a wê hevpeymaniyê ye di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, duhî biryar da ku beşdarî parlamentoyê bibe û projeyasaya bûdceyê pesend bike.

Di heman demê de, Hevpeymaniya Çarçoveya Hevrêziyê biryar da, ew ê beşdarî civîna parlamentoyê bibe û deng li ser 67 xalên projeyasaya bûdceya federalî bide.

Pêştir PDKê ragihandibû, eger guhertinên madeyên 13 û 14 ên projeyasaya bûdceyê ji aliyê Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve bê guhertin, ew dengên xwe nadin projeyasaya bûdceyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 447 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x