Seroka Komîteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li Parlemana Kurdistanê Ciwan Rojbeyanî : Li gor madeya 140 ya destûra Iraqê, divê Erebên bi zorê hatine, ji wan navçeyên derkevin û vegerin parêzgehên xwe. Piraniya wan pêştir hatibûn qerebûkirin, lê niha ew dixwazin dubare wan navçeyên dagîr bikin, herwiha divê Kurdên koçber bûne jî vegerin cihê xwe, piştre serjimêrî û piştre jî rapirsîn bê kirin. Ew rapirsî bûye pirsgirêkek û Bexda naxwaze bigihe wê qonaxê ku rapirsî bê kirin û ew navçe Herêma Kurdistanê hilbijêrin.
Kurd dixwaze bi aştî pirsgirêkên erebkirinê û pirsgirêkên din ên wan navçeyan çareser bike û ti carî bîr li tundûtûjiyê nekiriye. Berûvajî wê, ji piştî sala 2005an ve proseya erebkirina wan navçeyan berdewm bû.
Cara dawî, bi bin çav û piştevaniya dezgehên ewlehiyê yên Iraqê, hejmarek ji Ereban hewl dan xaka Kurdan li çend gundên Daqoqê li başûrê Kerkûkê dagîr bikin, lê bi hatina nûnerên Kurd ên li Bexdayê li ser xetê, ew hewl hate şikandin.
Şareza dibêjin, heger destûrê Iraqê bi cih nebe, metirsiya erebkirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam dibe.