Projeyek ji bo piştgiriya derfetên karkirina ciwanan li Duhokê hate destpêkirin
Cîgirê Parêzgarê Duhokê ragihand ku, projeya piştevanîkirina derfetên kar bo 250 ciwanan hatiye destpêkirin.
Cîgirê Parêzgarê Duhokê Mecîd Seyid Salih da zanîn: ‘’Armanca wê projeyê piştevanî kirina ciwanên aware yên parêzgeha Duhokê û kargêrî û pêşxistina kesayetiya rêveberiya xweser a Zaxo ye ku dê 10 mehan berdewam bike.’’
Herwiha Mecîd Seyid Salih got: ‘’Ji sedî 50 ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Duhokê bi cih bûne, ji sedî 25 ji bo penaberên Şingalê û ji sedî 25 jî bo ciwanên Duhok û Zaxoyê ye.’’
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:15:44