Pêşewa Hewramanî ji Emmar Hekîm re: Hikûmeta Federal mûçeyên mamostayên Kurdistanê ragirtiye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniya Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî da û got, “Hikûmeta Iraqê bi awayekî nedadperwerane mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê naşîne.”

30.11.2023, Per - 06:35

Pêşewa Hewramanî ji Emmar Hekîm re: Hikûmeta Federal mûçeyên mamostayên Kurdistanê ragirtiye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramanî şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, “Serokê Tevgera Hikme ya Niştimanî peyamek arasteyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û tê de daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku mûçeyê mamostayan bide.”

Hewramanî dibêje: “Em bi temamî ligel vê peyamê ne, lê haya wî jê heye ku ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyan nade, belkû Hikûmeta Federal mûçeyên mamostayan û mûçeyên hemû karmendên Kurdistanê ragirtiye û bi awayekî nedadperwerane mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê naşîne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Em bang li birêz Seyid Hekîm dikin ku berê xwe bide Bexdayê û piştgiriyê bide bidawîanîna li vê nedadperweriyê.”

Hewramanî tekez dike jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe cîbicî kiriye û pabendî rêkeftinan bûye, lê me ev yek ji aliyê din ve nedîtiye.”

Herwiha da zanîn jî: “Heta dema ku dahat di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû, mûçeyên hemû karmendan dida, lê piştî hişkkirina çavkaniyên dahatê yên Herêmê ji aliyê Bexdayê ve, pirsgirêk ji bo mûçeyên karmendan çêbûne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Birêz Hekîm wek çawa ber rola xwe ya çak lîstiye, hêvîdar in di vê pirsê de jî bang li hemû aliyên Iraqî bike ku çavên xwe li vê zilma ku li karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, negirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x