Parlamentoya Iraqê îro bang li hikûmeta wî welatî kir hêzên artêşê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bicîh bike.
Li ser vê yekê, berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji BasNewsê re got, Bexda her serkêşiyekî bike divê civaka navdewletî tehemula encamên wê yekê bike.
Helgûrd Hîkmet hişyarî da artêşa Iraqê jî û got, her êriş û gefek li ser Kurdistanê dê rastî bersiva Pêşmerge were û gunehê wê yekê jî dikeve stûyê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge da xuyakirin ku Pêşmerge bihustekî ji wan deverên ku bi xwîna xwe azad kiriye, venakişe û got, jixwe tehdîd û biryarên wiha bûn sebeba wê ku gelê Kurdistanê berê xwe bidin referandom û serxwebûnê.
Sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, dema serkirdetiya Kurdistanê biryara referandomê da hesabê wan bertek û tehdîdan kiribû.