Qasim Şeşo: Serok Barzanî pêwîst dibîne ku lihevkirina Şingalê bê bicîanîn

Qasim Şeşo li ser kombûna xwe ya bi Serok Barzanî re amaje da wê yekê, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Şingalê tekez kir û pêwîst dibîne ku lihevkirina Şingalê bê bicîanîn. Herwesa wî got: Komên çekdar rêyê nadin aware vegerin ser warên xwe.

17.10.2023, Sal - 08:28

Qasim Şeşo: Serok Barzanî pêwîst dibîne ku lihevkirina Şingalê bê bicîanîn
Nuçe Belav bike

Qasim Şeşo li ser kombûna xwe ya bi Serok Barzanî re amaje da wê yekê, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Şingalê tekez kir û pêwîst dibîne ku lihevkirina Şingalê bê bicîanîn. Herwesa wî got: Komên çekdar rêyê nadin aware vegerin ser warên xwe.

Roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Fermandeyê Fermandeya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyan, Qasim Şeşo, kir.

Li ser naveroka danûstandinên nav kombûna xwe, Qasim Şeşo ji ajansa K24ê re ragehand, Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo fermandeya Şingalê û xelkê Şingalê tekez kir û got: “Divê lihevkirina Şingalê bê bicîanîn ji bo ku ewlehî û seqamgîrî vegere deverê û aware vegerin ser mal û halên xwe”.

Qasim Şeşo herwesa got, “Serok Barzanî giringiyeke taybet dide xelkê Şingalê û berdewam rewşa awareyên Şingalê dipirse ku di nav kempên Herêma Kurdistanê de xwecih in. Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku dê hemî bizavan bi Hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî re bikin ji bo ku rewşa niha ya Şingalê û kêşeyên helawîstî bên çareserkirin”.

Bi gotina Fermandeyê Fermandeya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyan, niha hejmareke komên çekdar ên ji-qanûnê-derkeftî li nav Şingalê hene û ew der dagir kiriye. Her ew in rêyê li vegeriyana aware û welatiyên me digirin ku vegerin ser warê bab û kalên xwe, lewma divê ew komên çekdar ji nav Şingalê bên derxistin, ji ber ew rêyê li bicîanîna qanûnê digirin.

Wekî Qasim Şeşo behs dike, “heta niha 70% ji awareyên Şingalê venegeriyane ser warên xwe û li kempên Herêma Kurdistanê xwecih in, ji ber ku ew komên çekdar ên ku hukmê bajarî daye destê xwe rêyê li vegeriyana wan digirin. Heta ew kesên ku li Şingalê jî mane rojane ji bajarî derdikevin ji ber ku hest bi ewlehiyê nakin û jiyana wan di metirsiyê de ye”

K24
Vî nûçeyê tevayî: 339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:46:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x