Qonaxên cîbicîkirina projeya Firokexaneya Navdewletî ya Duhokê dest pê dike

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî guhartin di nexşeya kevin a Firokxaneya Navdewletî ya Dihokê de hate kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi pêngavên cibicîkirina projeyê kir.

28.11.2023, Sal - 18:19

Qonaxên cîbicîkirina projeya Firokexaneya Navdewletî ya Duhokê dest pê dike
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Dihokê Elî Teter ji Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihand, nexşeya kevin a Firokexaneya Navdewletî ya Dihokê ku pêştir hatibû danîn, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye guhertin û nexşeyeke nû jê re hatiye danîn. Ji bo cîbicîkirina qonaxên projeyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser nexşeya nû dike.

Li gorî agahiyên Fermangeha Medya û Zanyariyan, Wezareta Veguhastin û Gihandinê dê projeyê di du qonaxan de cîbicî bike. Nexşe û pêdaçûna projeyê bi dawî bûye û dê were cîbicîkirin.

Berdevka Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re ragihand, projeya Firokexaneya Navdewletî ya Dihokê dê di du qonaxan de derbas bibe. Qonaxa yekem, pêdaçûna bi masterplan û nexşeya projeyê ye. Qonaxa duyem jî cîbicîkirina projeyê li ser rûberek ji hezar hektar erd, bi 12 milyon û 832 hezar dolar e.

Projeya cibicîkirina Firokxaneya Navdewletî ya Dihokê ku ji ber qeyrana darayî westiyabûm, piştî Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo projeyê, ragihand, pêwîst e avakirina Firokexaneya Navdewletî ya Dihokê ji nû ve were destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:22:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x