Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî îdia kir ku Herêma Kurdistanê heta niha ji bo Îranê bûye çavkaniya metirsiyê û pê de çû:
“Mixabin ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tim gef li ewlehiya neteweyî û ewlehiya welatiyên Komara Îslamî ya Îranê hatiye xwarin.”
“Ewlehî xeta me ya sor e”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got, “Îran nikare li hemberî ewlehiya xwe ya neteweyî û ewlehiya xelkê xwe xemsariyê bike. Ev xeta me ya sor e.”
Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan mûşekan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.
Di vê êrişê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya ku hînek salek nekiribû Jîne, hevalê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê cane xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.
Tê nûkirin...