Êrişî Pêşmergeyan hatibû kirin, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê, êrişa li hemberî baregeha Pêşmergeyan bi awayekî tund şermezar kir.

31.12.2023, Paz - 16:22

Êrişî Pêşmergeyan hatibû kirin, Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê şeva borî saet 23:45an 2 dronên bombebarkirî êrişî navendeke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dabû zanîn ku di vê êrişê de ti ziyanên canî çênebûne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev êriş şermezar kir û got, “Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

“Em bangî Hikûmeta Îraqê dikin”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em êrişa terorî ya şeva borî ya ku baregeha Pêşmergeyan kir hedef bi tundî şermezar dikin.

Êrişên li hemberî Pêşmergeyên ku hêzeke fermî ne û parçeyek ji pergala parastina Îraqê ne, aştî û aramiya Îraqê dixin metirsiyê û ev yek nayê qebûlkirin.

Em bangî Hikûmeta Federal a Îraqê dikin ku ji bo êrişkar werin girtin û cezakirin tedbîrên cidî wergire, bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re lepirsînên hevpar bike û pê re hevkariyê bike.

Êrişên bi dronan ên li Herêma Kurdistanê dê tenê xisarê bidin aştî û aramiya Îraqê û dê rewşê aloztir bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 242 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:20:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x