Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Pêşewazîya Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kir

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî roja 14.11.2023yê li Pîrmam pêşewazîya heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

14.11.2023, Sal - 14:40

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî Pêşewazîya Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kir
Nuçe Belav bike

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî roja 14.11.2023yê li Pîrmam pêşewazîya heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir.

Heyeta Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî Rêzdar Mehmet Can Azbay û Rêzdar Vahît Aba, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî û Serokê Komîteya Ewropayê Rêzdar Baran Boskan, Endamê Meclîsa Partîyê û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Rêzdar Orhan Kaya, Endama Meclîsa Partîyê û endama Komîteya Ewropayê Rêzdar Seval Mert pêk hatibû.

Berpirsê Mekteb Eleaqat a PDKyê Rêzdar Cefer Emînkî û endamê Komîteya Rêveber a Mekteb Eleqat Rêzdar Nîzar Botanî jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bixêrhatina heyeta PWKyê kir.

Serokê Giştî yê PWKyê Rêzdar Mustafa Ozçelîk jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya Rêzdar Serok Mesûd Barzanî kir û heyeta partîya xwe da nasîn.

Rêzdar Mustafa Ozçelîk di derbarê kongreya damezrandina PWKyê û bîr û bawerî û sîyasetên wê de , di derbarê bernameya PWKyê ya ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê û daxwazên acîl yên miletê Kurd û rewşa Bakurê Kurdistanê de agahdarî da. Herweha PDK wek partîyeke dost û bira pênase kir û girîngî û pêwîstîya berdewamîya peywendîyên PDK û PWKyê anî zimên.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ji kongreya damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) pîrozbahî kir û ji bo xebat û çalakîyên PWKyê destxweşî li endam û rêberên PWKyê kir. Herweha Rêzdar Serok Mesûd Barzanî hêvîya xwe ya ji bo berdewamî û serkeftina PWKyê anî zimên.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di berdewamîya axaftina xwe de, di derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û Iraqê de bîr û bawerîyên xwe anî zimên û bal kişand ser girîngîya rêyên aştîyane di çareserîya pirsa Kurd de li her perçeyekî Kurdistanê de.

Peywendî û hemahengîya di nevbera herdu partîyan de jî mijareke din ya hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî de bû.

Hevdîtina heyeta PWKyê ya li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di atmosfereke berhemdar de bidawî hat.

14.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x