Salar Osman: Referandûm karteke ku heta hetayê di destê Kurdan de ye

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê diyar kir ku êdî dema wê hatiye ku guftûgoyeke aram û zanistî li ser referandûmê û encamên were kirin.

25.09.2023, Pts - 06:08

Salar Osman: Referandûm karteke ku heta hetayê di destê Kurdan de ye
Nuçe Belav bike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Salar Osman ji Rûdawê re ragihand ku gera nehemîn a guftûgoyên li ser referandûmê û helwesta civaka navdewletî ya li ser wê bi rê ve çû.

Salar Osman destnîşan kir ku êdî dem hatiye ku guftûgoyeke aram û zanistî li ser referandûmê were kirin ku ew xala dîrokî çi bû, çi pêşkêş kir û civaka navdewletî çawa nêzîkî referandûmê bû.

Salar Osman herwiha diyar kir divê li ser wê yekê bê axivîn ku çiyê wê rast bû, tevî prensîb û bingeha wê ya ku di dîrokê de hilgirtiye ser milên xwe nakokiyên wê çi bûn.

“Xewna me ya serxwebûnê heye”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Salar Osman anî ziman:

“Referandûm biryareke pir rast û bûyereke dîrokî ya pir mezin bû. Zîvirîneke gelekî rasteqîne bû di bîr û ramana Kurdan de.

Roja 25ê Îlona 2017an Kurdan ji hemû cîhanê re got, em li vir in, em neteweyek in û mafê me heye û em dixwazin di nav aştî û demokrasiyê de bijîn lê xewna me ya serxwebûnê heye.”

“Hemû deng bi hev re bibin dengekî berhemdar”

Salar Osman bal kişand ser pêkvejiyan û bi hev re wergirtina biryaran a li Herêma Kurdistanê û got:

“Di beşa îro de partî, alî û dînên cuda beşdar bûn, wate em dixwazin guftûgoyeke saxlem û pak li ser referandumê bikin da ku em bikarin hemû fikran bibihîsin.

Em tenê guh nedin dengê xwe û hemû deng bi hev re bibin dengekî berhemdar.”

Roja 25ê Îlona 2017an tevî zextên navxweyî û navdewletî, navendên dengdanê hatin vekirin û xelk çû ser sindoqan û nêzîkî ji sedî 93yê xelkê Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê dengê “Belê” ji bo serxwebûnê da.

Hikûmeta Îraqê li şûna ku rêzê li daxwazên xelkê Herêma Kurdistanê bigire, êrişî Kerkûk û hinek navçeyên Kurdistanî kir.

Wê demê li dijî referandûmê Îraqê demekê dergî û balafirgehên Kurdistanê girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:17:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x