Şanda bazirganî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê: Me encamên girîng bidest xistin

Serokê Odeya Hevbeş a Bazirganî ya Îran û Iraqê Yehya Îshaq derbarê serdana vê dawiyê ya şandeke pilebilind a Komara Îslamî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê de tekez dike: "Şandê encamên girîng bi dest xistin."

24.10.2022, Pts - 12:38

Şanda bazirganî ya Îranê bo Herêma Kurdistanê: Me encamên girîng bidest xistin
Nuçe Belav bike

Yehya Îshaq ji ajansa “ILNA” re ragihand: “Şandeke bazirganî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Karûbarên Aborî serdana Herêma Kurdistanê kiribû û encamên gelek baş bi dest xistin.”

Yehya Îshaq derbarê encamên serdanê de ti hûrgilî nedan, lê biryar e di meha bê de pêşangeheke kompaniyên Îranê li Herêma Kurdistanê were vekirin.

Roja 19ê Cotmehê, şanda Îranê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi awayekî cuda ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û hin rayedarên din civiyabû.

Di hevdîtinan de, hikûmetên Tehran û Hewlêrê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan di warê bazirganî, dabînkirina hêsankariyan bo bazirgan û sermayedaran û nehiştina astengiyan li pêşiya tevgera bazirganiyê kirin.

Wê berpirsê Îranî di civîna plansaziyê ya Serokê Odeya Hevbeş de li ser hevkariyên dualî yên Îran û Iraqê pêşnîyar kir ku dîplomasiya aborî ya di navbera her du welatan de, dê heta dawiya vê salê 10 milyar dolar ji bazirganiya hevpar bi dest bixe.

Bal kişande ser wê yek, “Dîplomasiya aborî roleke wê ya sereke di pêwendiyên navdewletî û siyasî de heye, ji bo rûbirûbûna metirsiyan û desteserkirina derfetan.”

Serokê Odeya Hevbeş a Bazirganî ya Îran û Iraqê tekez kir jî ku dîplomasiya aborî kariye rûbirûyî welatên ku dixwazin hebûna çalak a Îranê li Iraqê asteng bikin, bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:30:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x