Konfirans bi serperiştiya Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini û beşdariya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura û berpirsên bilind yê rêxistinên navnetewî, herwiha Serokwezîr û Wezîrên Derve yên welatên Ewropa û Kanade û berpirsên Yekîtiya Ewropayê bi rêve çû.
Herwiha ew konfrans duh, roja Sêşemê li bin navnîşana piştgî li siberoja Sûriyê û navçeyê destpêkir û biryare du rojan berdam be.
Di wê konfransê de beşeke mezin ji danûstandinan li ser mîkanizma piştgirî û alîkariya wan welatên ku, hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê li cem xwe hewandine het kirin.
Şanda Herêma Kurdistanê jî li ser vexwendina Yekîtiya Ewropa û bi alîkarî û hemahingî ligel wezareta Derve yê Îraqê bi Serokatiya Ibrahîm Caferî beşdarî konfransê bûn.Ev konfranse piştî konfiransa Lendenê giringtirîn konfrans derbarê kirîza Sûriyê tê naskirin.