Şandeke Zanîngeha Rojava serdana Hewlêrê kir

Şandeke Zanîngeha Rojava ya Rojavayê Kurdistanê serdana Hewlêrê dike. Ew şande piştî îmzekirina lihevkirina bi Zanîngeha Libnanî Fransî li Hewlêrê re serdan kir.

16.09.2022, Cum - 05:24

Şandeke Zanîngeha Rojava serdana Hewlêrê kir
Nuçe Belav bike

Şandeke Zanîngeha Rojavayê Kurdistanê duh Pêncşemê yekem car e ji bo paneleke bi Zanîngeha Libnanî Fransî li Hewlêrê re hate paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê û hejmareke babetên taybet bi rewşa Zanîngehên Rojavayê Kurdistanê diyar kir, yek ji wan mijaran danpêdan bi zanîngehên bakurê Rojhilatê Sûriyê ye ku ta niha tu aliyeke fermî danpêdan bi wan zanîngehan nekiriye.

Hevserokê Zanîngeha Rojava Dr.Ebdulîlah Mustefa got, “Ji bilî Zanîngeha Rojava, 2 zanîngehên din jî li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine vekirin û her hemû ser bi Rêveberiya Xweser ve ne û xwendina wê bi zimanê Kurdî ye.”

Yekem ezmûna Rêveberiya Xweser ji bo zanîngehan di sala 2016an de dest pê kir ku niha xwediyê 3 zanîngehan e.

Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo ku zanîngeha herî mezin e û Zanîngeha Kobaniyê li bajarê Kobanî û Zanîngeha Şerq li bajarê Reqayê ye.

Li gor vê şandê, Sîstemê xwendinê di nava van zanîngehan de her ji aliyê mamosteyên zanîngehê bi xwe hatiye danan ku hinekî nêzîkî programê hikûmeta Sûriyê ye.

Profesora Yasayên Navdewletî Dr. Sêvê Îzol anî ziman, “Heta niha nêzîkî 1000 xwendekarên Rojavayê Kurdistanê ji wan zanîngehan derçûne, li gor vê şandê xebata wan berdewame heta ku danpêdan bi kar û mandîbûna wan were kirin.”

Zanîngeha Rojava, di ala 2016an de hate vekirin ku ji 8 kolej û 4 peymangeha pêk tê û di nav de Koleja Pizîşkî, Petrol, Zanistên Perwerdeyê, Wêje û Zanistên Civakî, Endazyarî, Endazyariya Avahîsaziya Jîngehî, Zanistên Olî û Yasa hene. Her wiha Peymangeha Teknîkî, Peymangeha Endazyariya Şaristanî, Peymangeha Pêveberî û Diravî û Peymangeha Ragihandinê di nav xwe de dihewîne.

Zanîngeha Kobanê, di sala 2017an de hate vekirin, ji kolejek û 4 peymangehan pêk tê ku ew jî Koleja Wêje, Peymangeha Zanistên Perwerdeyê, Peymangeha Teknîkî, Peymangeha Zanistên Yasayî û rêvebirinê û Peymangeha Pizîşkiyê ne.

Zanîngeha Şerq, di sala 2021an de hate vekirin, ji 2 kolej û 2 peymangehan pêk tê ku ew jî Koleja Wêje û Zanistên Civakî, Zanistên Perwerdeyê, Peymangeha Zimanê Îngilîzî û Peymangeha Teknîkî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:56:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x