Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê derbarê topbarana Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser şehîdbûna hejmarek welatiyan û birîndarbûna zêdetirî 20 kesan di encama topbarana devereke geştyariyê ya Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir.

20.07.2022, Çar - 15:05

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê derbarê topbarana Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê li ser şehîdbûna hejmarek welatiyan û birîndarbûna zêdetirî 20 kesan di encama topbarana devereke geştyariyê ya Zaxoyê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, îro çarşemê 20ê Tîrmeha 2022yan di demjimêr 13:50ê de, devereke geştyariyê ya gundê Perexê yê ser bi nahiya Derkar a girêdayî Zaxoyê ya ser bi parêzgeha Duhokê, rastî topbarana tund a topên dûravêj hat û di encamê de 8 welatî şehîd bûn û 23 welatî jî birîndar bûn, ku hemû geştyar bûn.

Herwiha hat diyarkirin, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mistefa Kazimî ferman da ku bilez lêkolîna vê bûyerê were kirin û şandek ku ji Wezîrê Derve, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Sekreterê Fermandarê Hêzên Çekdar û Fermandarê Hêzên Pasevaniya Sînor pêk tê, bigihe cihê bûyerê û lêkolînê bikin û serdana birîndaran bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:28:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x