Di hevdîtinê de, Serok Barzanî hewla terorkirina Fexrî Kerîm a meha borî li Bexdayê şermezar kir û hêviya saxlemiyê jê re xwast. Herwiha Hêvî xwast ku ew di xizmeta karûbarên çandî û rewşenbîrî ya Iraqê û aştî û tebayîyê de berdewam be.
Her di vê hevdîtinê de, her du aliyan guftûgo li ser rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya aramî, yekrêzî û hevpariya di navbera Iraqiyan de kirin.