Duh roja Çarşemê, 22ê Mijdara 2023ê, Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Wezîrê Berê yê Çandinê yê Tirkiyeyê Mehdî Aker kir.
Di wê hevdîtinê de, rewşa giştî ya deverê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê hat behskirin û tekez li ser berdewamiya peywendî û dostîniya navbera herdu aliyan hat kirin.