Ji bo koça dawiyê ya Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî, Serok Barzanî duh (Pêncşem, 22.02.2024) peyameka hevxemiyê belav kir ku tê de nivîsiye, “Bi mixabiniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê diyar ê civaka Kurdistanê û Serokê Eşîreta Tawgozî, kek Seyîd Muhsin Mihemed gehişt me”.
Serok Barzanî herwesa nivîsiye, “Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim”.
Deqê behînameya Serok Barzanî ji bo malbata Seyîd Muhsin Mihemed Tawgozî:
Bi navê Xudayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeka zêde ve xeberê koça dawiyê ya kesatiyê diyar ê civaka Kurdistanê û Serokê Eşîreta Tawgozî, kek Seyîd Muhsin Mihemed gehişt me.
Ez serexweşiyê li malbat û dost û nasên Xudêjêrazî dikim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.
Ez daxwazê ji Xudayê mezin dikim ku canê Xudêjêrrazî Seyîd Muhsin Mihemed bi ber rehma xwe bixe û bi behişta berîn şa bike, sebr û hedarê bi hemî aliyan bide.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Mesûd Barzanî