Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Dr. Xelîl Îsmaîl peyamek parve kir

Ji ber koça dawiyê ya Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl, Serok Barzanî serexweşî li Dr. Şukriya Resûl a hevjîna wî kir.

10.10.2024, Per - 10:47

Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Dr. Xelîl Îsmaîl peyamek parve kir
Nuçe Belav bike

Ji ber koça dawiyê ya Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl, Serok Barzanî behînameyek arasteyî Dr. Şukriya Resûl a hevjîna wî kir ku tê de hatiye, “Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawiyê ya akademî û zanayê Kurd Profesor Dr. Xelîl Îsmaîl gehişt min.”

Di pareke din a behînameya Serok Barzanî de hatiye, “Navbirî kesatiyekî niştîmanperwer bû, ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina zanistê û pêşxistina bi sedan xwendekar û zanistxwazên Kurdistanê terxan kir, û şûndestê wî di xizmetkirina navendên akademî û zengînkirina kitêbxaneya zanistî ya Kurdistanê de diyar e.”

Herwesa di pareke din a behînameya Serok Barzanî de amaje hatiye dan, “Windakirina Dr. Xelîl Îsmaîl xusaretiyeke mezin e. Ez serexweşiyê li Dr. Şukriya Resûl a hevjîna Xudêjêrazî wî û malbat û kesûkar û tevaya akademiyên Kurdistanê û mamostayên zanîngehê dikim û xwe hevparê xema wan dibînim.”

Serok Barzanî herwesa daxwaz ji Xudayê mezin kiriye ku canê Xudêjêrazî bi behişta berîn şa bike û sebir û  hedarê bi hemî aliyan bide.

 

Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:08:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x