Serok Barzanî hûrgiliyên şerê azadkirina Iraqê radigihîne

Serok Mesûd Barzanî di Bergê Şeşem a zincîreya pirtûka xwe ya bi navê (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) de, hûrgiliyên hefteya yekem a şerê rizgarkirina Iraqê pêşkêş kirin.

14.08.2023, Pts - 11:27

Serok Barzanî hûrgiliyên şerê azadkirina Iraqê radigihîne
Nuçe Belav bike

Berga Şeşem a pirtûka (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaza Kurd) ya bi navê (Kurdistan û Iraqa Nû) duhî derket û tê de behsa bûyer û guhertinên di navbera salên 2003 heta 2016an de dike.

Serok Barzanî di rûpelên 45 heta 48 ên pirtûka xwe ya nû de, behsa şerê rizgarkirina Iraqê kir û nivîsî:

Şer destpêkir

Piştî ku amadekarî bi dawî bûn û tedbîrên pêwîst ji bo destpêkirina şer hatin girtin, di gotareke de Serok Bush hişyariya dawî da Seddam ku divê ew û her du kurên wî Odey û Qusey ji Iraqê derkevin. Hejmarek ji welatên erebî pêşniyara qebûlkirina wan kir, lê Seddam qebûl nekir ku ji Iraqê derkeve.

Diyar bû ku zanyarî gihîştibûn Amerîkiyan ku Seddam bi dizî xaniyekî çêdike. Piştî ku şer dest pê kir, yekem êrîşa asmanî ya Hevpeymanan li ser wî xanî bû. Biryara Amerîkayê ew bû ku Seddam bikuje, ji ber ku kuştina Seddam dê karê Amerîkayê hêsantir bike û dê zûtir dawî lê bîne. Piştre derket ku Seddam ne di hundurê wî xanî de bû.

Piştî ku hemû amadekariyên leşkerî, siyasî û teknîkî bi dawî bûn, sibeha roja 20.03.2003, hêzên asmanî yên Amerîkayê dest bi bombebarankirina armancên leşkerî û stratejîk ên Iraqê li Bexdayê kirin.

Di 21ê Adara 2003an de hêzên asmanî yên Hevpeymanan çend çeperên artêşa Iraqê li başûrê Hewlêrê bombebaran kirin û wek hişyariyek ji hêzên Iraqî re ku wan çeperên Pêşmerge bombebaran kirine.

Me hemû amadekarî kiribûn û hemû hêzên Pêşmerge jî ji bo her egerekê amade bûn.

Di wê demê de Polîturoya civiya û li gorî plana berê, kar û erkên xwe dabeş kirin.

Ji bo nehîştina nîgeranî û dilniyakirina gelê Kurdistanê û bi taybet xelkê Hewlêrê, êvara 20ê Adarê çûm ser Kela Hewlêrê û min agirê Newrozê vêxist. Herwiha ji bo hişyarî û pabendbûna bi biryar û rênimayiyan, bi berdewamî min serdana şax, hêz, xal û çeperên Pêşmerge dikir.

Yek ji armanca êrîşên mûşekî û asmanî yên Amerîkayê, baregeha Ensar El-Îslam li Xurmal û Biyara bû.

Li gorî zanyariyan, mûşekeke Tomahawk (mûşekeke dûravêj a derya-bejahî ya Amerîkayê ku dikare bi ji dûriya 2 hezar û 500 kîlometirî li armancan bide) navenda Buroya Leşkerî ya Komele (Komela Îslamî) kir armanc û ziyaneke mezin gihande wê.

Di çarçoveya alîkariyên Amerîkayê yên bo Hêzên Pêşmerge de, Amerîkayê ev cebilxane û alavên leşkerî ji me re anîn:

Klaşînikov: 480

BKC: 16

RPG7: 45

Doşka (5/12): 6

Hawn (120mm): 1

Fîşekên Klaşînikov: 800/611

Fîşekên BKC: 680/207

Fîşekên Doşka: 280/9

Guleyên RPG: 786

Guleyên SPG-9: 252

Dûrbûna RPG: 18

Şeva 22/23 Adara 2003an, firokeyeke Amerîkî ji cureya (C130) li li firokxaneya Herîr daket û birek çek û cebilxane ji me re anî. Biryar bû di sê şevên bên de jî, çend firokeyên din bigihin firokexaneyên Herîr û 3 firoke jî bigihin Silêmaniyê.

Lê ne hejmar û ne jî cureyên çekan, wek ku soza me dabûn bû. Diyar bû ku fişareke mezin ji aliyê dewletên herêmê ve li ser bû.

Derbarê hevahengiya di navbera artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge de jî Serok Barzanî di pirtûka xwe de dibêje:

Di 23ê Adarê de General Cleveland ku şevek berê hatibû Kurdistanê, ji tirkan hêrs û dilgiran bû û got ku ew ji bo hevahengiya leşkerî hatiye û General Ozman jî ji bo hevahengiya siyasî tê Kurdistanê, piştî çend rojan jî navborî hat.

Êrîşa bejayî ya li dijî Iraqê bi beşdariya Amerîka û Brîtanyayê dest pê kir, lê bi ti awayî ji aliyê mezinahî û şiyana leşkerî ve, bi artêşa Iraqê re hevseng nebû.

Bê guman axaftin, gotar û konferansên rojnamevaniyê yên Mihemed Seîd Sehaf ku peyva “Ilûc” bikar anîbû, tê bîra her kesî.

Daxuyaniyên wî pêkenok bûn, dûrî rastiyê bûn, ji ber ku tankên Amerîkî li ser pira Komarê û pira Daleqandî bûn, lê wî got ku hemû leşkerên Amerîkî di tankên wan de hatine asteng kirin û dê di demek nêzîk de bêne girtin.

Wek tê gotin ku Serok Bush jî konferansên rojnamevaniyê yên Sahaf ji nêz ve dişopand. Piştî rûxandina rejîmê, Amerîkayê ew bi firokeyê birin Îmaratê. Seyr bû ku Amerîka ew qas giringî dabû wî.

Bi berdewamî zanyarî ji me re dihatin ku hêzên Hevpeymanan bi şev û roj li ser bombebarankirina navendên leşkerî û stratejîk ên Iraqê li Bexda, Mûsil û deverên din ên Iraqê berdewam in.

Hefteyekê piştî destpêkirina şer, şeva 26/27 Adar 2003an, nêzîkî hezar leşkerên Amerîkî bi paraşûtan li firokexaneya Herîr daketin. Hêzên Iraqî li piraniya hêlên pêwendiya yên bi Pêşmerge re, bi paş ve vedikişiyan û hejmareke mezin ya efser û leşkeran jî xwe radestî Pêşmerge kirin û berê xwe dan me, me jî heta dawîya şer xizmeta wan kir û paşê ew bi rûmet vegeriyan cem malbat û xizmên xwe ku hejmara wan nêzîkî heşt hezar kesî bû.

K24
Vî nûçeyê tevayî: 853 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:00:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x