Serok Barzanî: Ji bo me Herêma Kurdistanê ne tenê xeta sor e, di heman demê de xeta mirinê ye

Serok Barzanî di peyamekê de ji bo raya giştî ragihand, “Bûyerên çend rojên borî yên Parlamentoya Iraqê, rûyê rastî yê aliyên şovenîst û bazarxwaz û hemû tiştên din eşkere kir ku ne rêz li soz û îmzeyên xwe digirin, ne jî rêzê li prensîpên destûrê digirin.”

12.06.2023, Pts - 06:02

Serok Barzanî: Ji bo me Herêma Kurdistanê ne tenê xeta sor e, di heman demê de xeta mirinê ye
Nuçe Belav bike

Deqa peyama Serok Barzanî:

"Cihê mixabiniyê ye ku di van çend rojên borî de li parlamentoya Iraqê hewleke ne berpirsiyar û nedestûrî ji bo kûrkirina pirsgirêkan û binpêkirina mafên rewa yên gelê Kurd hat kirin. Her kes dizane ku diyalog û rêkeftina avaker di navbera aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de ji bo nehîştina pirsgirêkan hebû. Her wiha Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştibûn derencam û rêkeftineke gelek baş û erênî ji bo kêşeyan çareser bikin û xizmeta her aliyekî û aramiya welat û jiyan û bexteweriya xelkê bikin. Lê mixabin hinek aliyên siyasî bi nefeseke înkar û neberpirsyarene bi rêya destkarîkirina bendên projeyasaya bûdceyê, xwestin ti wateyekê ji hebûna Herêma Kurdistanê re nemîne. Lê belê ev hewldana neberpirsyarene têk çûn û hatin pûçkirin.

Bûyerên çend rojên borî yên Parlamentoya Iraqê, rûyê rastî yê aliyên şovenîst û bazarker û hemû kesên ku rêzê li soz û îmzeyên xwe nagirin û rêz li prensîpên destûrê jî nagirin, eşkere kir.

Niha ku projeyasaya bûdceyê li Parlamentoya Iraqê hatiye pesendkirin, hêvîdar im tiştê ku tê de heye bi niyazeke pak were cîbicîkirin.

Lê em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê milkê gelê Kurdistanê ye û berhema xwîn û têkoşîna gelê Kurdistanê ye. Li hember her cure hewl û destdirêjî û hewleke têkbirina Herêma Kurdistanê diwestin. Herêma Kurdistanê ji bo me ne tenê xeta sor e, belkî xeta mirinê ye, yan Kurdistan yan jî neman e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x