Serok Barzanî li ser kuştina Ebûbekir Bexdadî peyam da

Serok Barzanî derbarê kuştina serkirdeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî de peyamek belav kir û têde ragihand, “rast e kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li lawazbûna terorîstan dike, lê belê kuştina Bexdadî nayê wateya bidawîbûna DAIŞê.”

28.10.2019, Pts - 06:30

Serok Barzanî li ser kuştina Ebûbekir Bexdadî peyam da
Nuçe Belav bike

Piştî kuştina Bexdadî bi fermî hate ragihandin, serok Barzanî têkildarî mijarê peyamek belav kir.

Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bêguman her kesek ku tawanbar û qatilê xelkê bêguneh be, zû yan dereng dê her bigihe cezayê xwe.”

Barzanî herwiha dibêje: “Rast e kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li lawazbûna terorîstan dike, lê belê giring ev e ku hemû alî bi taybet civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî nayê wateya bidawîbûna DAIŞê û pêwîst e hemû alî hişyar bin û hevaheng û berdewam bin di şerê li dijî terorê û nehêlana terorê de.”

Serokê Amerîkayê, Donald Trump îro bi awayekê fermî piştrast kir, ku serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de li bakurê Sûriyê hatiye kuştin.

Trump diyar kir, ku operasyona kuştina Ebûbekir Bexdadî, du demjimêran berdewam bûye û Bexdadî neçar bûye di tunelkê de xwe û 3 zarokên xwe biteqîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:51:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x