Serok Barzanî ligel Balyozê Çînê yê li Iraqê civiya

Serok Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Çînê yê li Iraqê Cui Wei û şanda pê re kir.

22.11.2022, Sal - 13:42

Serok Barzanî ligel Balyozê Çînê yê li Iraqê civiya
Nuçe Belav bike

Barageha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Şanda mêvan pîrozbahî li Serok Barzanî kir bi boneya serkeftina kongreya 14ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dubare bijartina wî wek Serokê PDKê.

Şanda mêvan her wiha hilbijartina cîgirên serok û serkirdatiya PDK’ê jî pîroz kir û hêviya serkeftinê di xebatên wan de xwest. Her wiha pêzanîna wan bo pêwendiyên bihêz û dîrokî yên di navbera her du aliyan de hebû ku li ser bingeha rêzgirtina hevbeş hatine avakirin.

Her di vê civînê de, Şandeya bi Balyozê Çînê re daxwaza pabendbûna bi cîbicîkirina wê bernameya ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye lihevkirin kir, ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bi riya diyalogê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x