Serok Barzanî: Min wisa zanî ku çaya jehrî ye

Saddam Husên dema çay anî, li hember Serok Barzanî reftareke ecêb kir

17.08.2022, Çar - 14:15

Serok Barzanî: Min wisa zanî ku çaya jehrî ye
Nuçe Belav bike

Di rûpelên 97 û 98 ji cildê pêncem a pirtûka (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd - Serhildan, derfet û astengî) ku behsa bûyerên salên 1991 û 2002ê dike, Serok Barzanî behsa reftareke xerîb a Sedam Husên dike.

Serok Barzanî got ku di serdana şanda Kurdistanê ya di meha Gulana 1991ê de bo Bexdayê, ku ji Cewher Namq Selîm, Fazel Mîranî, Dr. Roj, Azad Berwarî, Dr. Mehmûd Di 8 Gulan 1991 de, ew wek şandeke Eniya Kurdistanê serdana koşka serokatiyê kirin û bi Saddam Huseyn re civiyan.

Serok Barzanî gotiye: “Demeke bi êş bû ji bo min dîtina Seddam, lê min diranên xwe girtin. Paşê li ser daxwaza Saddam Husên civîneke dualî pêk anîn.

Di rûpela 98 a pirtûkê de Serok Barzanî wiha nivîsandiye: “Dema ku ji min re çay anîn, min reftareke gelek ecêb li Seddam dît. Dema wan çay dan, Saddam çaya xwe hilda û ji min re servîs kir û çaya min jî ji xwe re xizmet kir. Ez ji we venaşêrim ku wê demê min hizir kir ku çaya min jehrî dibe, lê helwestek ecêb bû û min çay vexwar û çend rojan li benda nîşanên jehrîbûnê mam, lê spas ji Xwedê re tiştek nebû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 595 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:57:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x