Serok Barzanî pêşwazî li şanda bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê kir

Di civînê de tekezî li ser hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê kirin.

20.06.2022, Pts - 06:04

Serok Barzanî pêşwazî li şanda bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî roja yekşemê 19ê Hezîrana 2022yan li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a serbazî û emnî ya Iraqê ya bi Serokayetiya General Abdulemîr Reşîd Yarulla Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir.

Şanda mêvan ji Fermandeyên Hêzên Bejayî, Asmanî, Pasevanên Sînor, Polîsên Federal, Hewalgirî û Hewalgiriya serbazî û Operasyonên Hevbeşan pêk hatibû.

Di hevdîtinê de guhertinên dawî yên meydanî yên şerê dijî terorîstan û parastina asayîş û aramiya navçeyên nakokî li ser û hemahengiya li gel hêzên hevpeymanan hate guftûgo kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser hevkarî û hevahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Artêşa Iraqê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x