Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Dêra Kildanî ya Iraq û cîhanê û şanda pê re kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Rufayl Sako kir û tekez li ser wê yekê kir ku Kurdistan welatê pêkvejiyan û aştiya di navbera hemû pêkhateyên netewî û olî ye.

23.07.2023, Paz - 18:58

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Dêra Kildanî ya Iraq û cîhanê û şanda pê re kir
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li li Patriyarkê Dêra Kildanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Rufayl Sako û şanda pê re kir ku ji hejmarek metranên mesîhî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de Kardînal Loîs Sako spasiya rêz û pêzanîna ku li Herêma Kurdistanê ji bo sembol û kesayetiyên olên cuda heye kir. Her wiha spasiya çanda pêkvejiyana Kurdistanê kir ku bûye sedema parastina civak, dîrok û çandan.

Her wiha destxweşî li Serok Barzanî kir ku bi hîkmet û serkirdayetiya xwe pêşewaziya pêkvejiyan, aştî û jiyana hevbeş a pêkhateyên curbicur li Kurdistanê kir û ragihand ku em şanaziyê bi jiyana hevbeş a hemûyan li Kurdistanê dikin.

Kardînal Loîs Sako di beşeke din ji axaftinên xwe de amaje bi biryara vê dawiyê ya Serokomarê Iraqê ya vekişandina biryarnameya serokomariyê ya taybet bi Dêra Keldanî kir û ew bi biryarek xelet û metirsîdar bi nav kir ku ziyan daye civaka Xiristiyan û li dijî prensîbên jiyana hevbeş û lihevhatinê ye.

Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mêvan kir û bal kişand li ser wê yekê ku Kurdistan welatê pêkvejiyana hemû pêkhateyên etnîkî û olî ye. Got jî, di dema şerê li dijî terorîstên DAIŞê de min ji şandeke peyayên Xiristiyanî re got ku Kurdistan welatê wan e û nabe hizra derketina ji wê deverê bikin, yan emê li ser wê xakê bi serbilindî bi hev re bijîn yan jî bi hev re bimirin.

Li hember jî Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember biryara Serokomarê Îraqê ya ji bo paşvekêşana biryarnameya Serokatî ya li ser Dêra Keldanî nîşan da û hêvî xwest ku pêdaçûn di vê biryar de were kirin û bê rastkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de şanda mêvan ji Serok Barzanî re behsa rewşa parêzgeha Neynewa, jiyan û guzariya Xiristiyanan û eger û metirsiyên paşerojê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:39:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x