Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

Di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêm û Iraqê, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

07.09.2023, Per - 06:22

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade kir
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir û di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêm û Iraqê danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Îro Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye, Serok Barzanî li Selahedîn pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer kir.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Hat diyarkirin ku geşedan û bûyerên van demên dawî yên li Kerkûkê û sedemên wê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û her du aliyan nîgeraniya xwe li ser rewşa Kerkûkê û pêwîstiya çareserbûna bilez a kêşeyan ragihandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 639 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x