Serok Barzanî pîrozbahiyê li Erdogan dike

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Tirkiyê, pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan kir.

30.05.2023, Sal - 19:48

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Erdogan dike
Nuçe Belav bike

Êvara Sêşemê 30ê Gulana 2023an, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir bi boneya hilbijartina wî wek Serokomarê Tirkiyê.

Roja Yekşemê 28ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartina Serokomariya Tirkiyê birêve çû. Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinan de bi rêjeya sedi 52.2 deng bi dest xistin û cardin wek Serokomarê Tirkiyê hat hilbijartin.

Li hember Recep Tayyip Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya sedi 47.8 deng bi dest xistine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:19:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x