Duh roja Înê 31ê Adara 2023an, Serok Barzanî bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê kir.
Di peyamê de hatiye: “Germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.”
Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Birêzan Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya her du Partiyên Komunîst ên Iraq û Kurdistanê.
Bi helkefta 31ê Adarê salvegera damezrandina Partiya Komunîsta Iraqê û Partiya Komunîst a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Partiya Komunîst, partiyeke têkoşer û şoreşger û xwedî dîrok û qurbanîdaneke zêde ye û cihê destên wan li xebata siyasî û civakî û çandî ya gelên Iraq û gelê Kurdistanê da diyar e.
Cihê pêzanînê ye ku komunîst herdem bawerî bi mafên rewa yên gelê Kurdistanê hebûye û di gelek qonaxan de piştevan û hevsengerê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê bûne.
Di bîranîna damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê de hêviya berdewamî û di xebat û têkoşîna wan de serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Mesûd Barzanî