Serokê Estonyayê li Hewlêrê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Estonyayê Alar Karis pêşwazî kir.

17.01.2024, Çar - 12:06

Serokê Estonyayê li Hewlêrê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Estonyayê Alar Karis cara yekem e tê Herêma Kurdistanê û ji bo wî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê merasîmeke taybet hat amadekirin.

Li gorî agahiyan, Nêçîrvan Barzanî û Alar Karis dê mijarên wekî “pêşhateyên li herêmê, têkoşîna bi DAIŞê re û hinek babetên di berjewendiya her du aliyan de” binirxînin.

Herwiha dê di civîna wan de pêwendiyên Estonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêşvebrina hevkariyê û gelek mijarên din werin guftûgokirin.

Estonya di nava Hevpeymaniya Navdewletî de ye

Estonya yek ji wan welatan e ku di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê de cih digirin.

Estonya li bakkurrojhilatê Ewropayê ye û paytexta wê Tallin e.

Estonyayê sala 1991ê serxwebûna xwe ragihand û sala 2004an bû endama NATO û Yekîtiya Ewropayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:11:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x