Serokê Herêma Kurdistanê: Em nabin çavkaniya gefên li ser Îranê

Serokê Herêma Kurdistanê li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê ji rojnamegeran re ragihand ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re baş in û Herêma Kurdistanê nabe çavkaniya gefan li ser Îranê.

08.01.2024, Pts - 12:43

Serokê Herêma Kurdistanê: Em nabin çavkaniya gefên li ser Îranê
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê beşdarî şîna qurbaniyên teqînên Kirmana Îranê bû.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku beşdarî şînê bû û sersaxî xwest bersiva pirsên rojnamegeran da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got:

“DAIŞa terorîst diyardeyeke herêmî ye û li herêma me heye. Me bi Îranê re tekezî li ser wê yekê kir ku divê em hevkarî û xebata xwe bidomînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha anî ziman:

“Komara Îslamî ya Îranê cîranekî me yê girîng e û em dixwazin pêwendiyên me yên baş bi wê re berdewam bin.

Bi baweriya min niha pêwendiyên me bi Komara Îslamî ya Îranê re baş in û em hêvîdar in ku baştir bibin.

Ji ber ku em cîran in, li cihê ku pêwîstiya me bi alîkariyê hebûye Komara Îslamî ya Îranê alîkariya me kiriye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Me berê jî û niha jî ev yek aniye ziman ku em bi ti awayî li ser cîranên xwe bi taybetî Komara Îslamî ya Îranê nabin çavkaniya gefan.”

Çi bûbû?

Li parêzgeha Kirmanê ya Îranê 4ê Kanûna Paşîn, li ser rêya ku bîranîna 4emîn salvegera kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Qasim Silêmanî lê dihat kirin 2 teqîn çêbûn.

Di wan teqînan de herî kêm 91 kesan canê xwe ji dest da û 284 kes jî birîndar bûn.

DAIŞê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku teqîn ji aliyê du xwekujan ve bi bombeyên ku li pişta xwe girê dabûn hatine kirin.

Di serî de Serokkomarê Îranê û rayedarên din ên Îranê diyar kir ku ew dê bi awayekî tund bersiva êrişê bidin.

Li aliyê din rayedarên Îranê doh ragihand 11 kes bi gumana ku tevlî êrişê bûne hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:18:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x