Seroka UNAMIyê: Pêwîst e li Herêma Kurdistanê demokrasî bi ser bikeve

Seroka UNAMIyê Jeanine Hennis-Plasschaert, derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de got, “Ji ber ku gelek tiştên di bin metirsiyê de hene divê demokrasî bi ser bikeve."

11.10.2023, Çar - 11:44

Seroka UNAMIyê: Pêwîst e li Herêma Kurdistanê demokrasî bi ser bikeve
Nuçe Belav bike

Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Îraqê civiya.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaertê di civînê de brîfîngek da.

"Divê pêvajoya demokratîk a herêmê bidome"

Jeanine Hennis-Plasschaertê di brîfînga xwe bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got:

“Em hêvî dikin ku hemû alî piştrast bin ku dema hilbijartinan careke din nebe qurbaniya nakokiyên siyasî yên navxweyî.

Ji ber ku gelek tiştên di bin metirsiyê de hene divê pêvajoya demokratîk a herêmê bidome.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo roja hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an diyar kiriye.

Jeanine Hennis-Plasschaertê meha gulanê jî li Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkeş kiribû û gotibû:

“Paşketina hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê dikare zererê bide hesta baweriyê ya gel.”

Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê 111 kursî hene ku 11 kursî ji bo pêkhateyên Tirkmen, Kildan, Suryan, Aşûrî û Ermenan hatine terxankirin.

Herwiha pêkhateyên Kurdistanê ji bilî wan 11 kursiyên misogerkirî jî dikarin di hilbijartinan de kursiyên din bi dest bînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:57:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x