Serokê PSDKê Mihemedê Hacî Mehmûd li ser serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re axivî û got, serxwebûna Kurdistanê tenê daxuyanî û sozên siyasetmedaran nîne belkî mijareka niştimanî ye û dê bibe rastî.
Mihemedê Hacî Mehmûd her wiha got, ez bixwe bi serxwebûna Kurdistanê geşbîn û kêfxweş im. Divê gelê kurd bibe xwedanê dewleta xwe ya serbixwe û alaya Kurdistanê li NY were danîn, her wiha artêşeka me ya niştimanî hebe û sînorên me jî bi welatên cîhan û Iraqê re jî were kifşkirin.
Serokê PSDKê di berdewamiya axaftina xwe de got, ma me ewqas şehîd û qurbanî bo otonomiyê daye!? Ma me ewqas xwîn daye bo ku em bi Iraqê ve bimînin!? Bê guman na, ji ber wê jî divê ez piştrast im ku gelê kurd dê bibe xwedanê dewleta xwe.
Îsal li Herêma Kurdistanê referandoma serxwebûna Kurdistanê tê encamdan. Rayedarên Kurdistanê dibêjin, di demek kurt de piştî referandomê, serxwebûna Kurdistanê dê were ragihandin.