Serokwezîr Barzanî li ser êrîşên li dijî Efrînê axivî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê diyar kir ku ew dê di nava vê hefteyê de careke din bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bicive.

22.01.2018, Pts - 13:55

Serokwezîr Barzanî  li ser êrîşên li dijî Efrînê axivî
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê derbarê serdana xwe ya Bexdayê û Tehranê de civîneke çapemeniyê li dar xist û di wê civînê de got, "Me li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî behsa mûçe, neft, balafirxane û deriyên sînor kir. Peywendiyên me berdewam dikin. Em hêvî dikin ku em dê ji bo hemû pirsgirêkan bigihêjin çareseriyê."

Barzanî li ser mijara mûçeyan got, "Me tenê ne behsa mûçeyên wezaretên perwerdehî û tenduristiyê kir, me behsa mûçeyên hemû wezaretan kir. Lê ya girîng ew e ku pêşiyê yên van herdu wezaretan werin dayîn û hêvî dikin yên wezaretên din jî bigirin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwisa destnîşan kir ku ew dê sibehê di civîna aborî ya li Davosê de careke din bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bicive.

Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwisa li ser êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê jî ragihand, "Tişta li Efrînê diqewime cihê nîgeraniya Herêma Kurdistanê ye, hêvîdar in û daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de û bikêmtirîn qurbanî rêkeftin were pêkanîn. Nîgeraniya me ya mezin sivîlên di Efrînê de ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 878 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x