Serokwezîr: Divê serjimêriya giştî ji bo armanceke siyasî neyê bikaranîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Cotmehê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Dr. Mihemed El-Hessan kir.

15.10.2024, Sal - 17:32

Serokwezîr: Divê serjimêriya giştî ji bo armanceke siyasî neyê bikaranîn
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Serokwezîr pîrozbahî li destbikarbûna Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkî wî tekez kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser berdewamiya rola UNAMI di parastina aramî û asayîşa Iraq û Herêma Kurdistanê de kir.

Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî got: “Herêma Kurdistanê nimûneyeke geş û ciwan a pêşketin û avedaniyê ye û dikare bibe modelek ji bo hemû navçeyên din ên Iraqê.” Amadebûna Netewên Yekgirtî ji bo her hevahengiyekê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Yek ji mijarên civînê, amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû, her du alî jî li ser giringiya lidarxistina helbijartinan di rewşeke aram û dadperwerane û dûrî binpêkirin û sextekariyê de hevnêrîn bûn.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, guftûgo li ser pêkanîna serjimêriya giştî ya xelkê Iraqê ku biryar e di 20ê Mijdara îsal de were encamdan, hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê derbar de tekez kir: “Em piştgirîya proseya serjimêriya giştî dikin, lê divê ew tenê ji bo başkirin û pêşxistina xizmetguzariyan û di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên Iraqê de be û ji bo ti armanceke siyasî neyê bikaranîn.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x