Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin ber bi Kurdistaneke bihêztir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî danîna kevirê bingehê yê kargeheke çîmentoyê û wêstegeheke elektrîkê li Hewlêrê, di peyamekê de li ser Twitterê ragihand: “Em berdewam dibin ber bi Kurdistaneke bihêztir.”

23.06.2023, Cum - 06:11

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin ber bi Kurdistaneke bihêztir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî danîna kevirê bingehê yê kargeheke çîmentoyê û wêstegeheke elektrîkê li Hewlêrê, di peyamekê de li ser Twitterê ragihand: “Em berdewam dibin ber bi Kurdistaneke bihêztir.”

Roja 22ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmekê de kevirê bingehê yê kargeha çîmentoyê û wêstgeha elektrîkê li binarê Çiyayê Sefîn yê li parêzgeha Hewlêrê danî.

Di peyamekê de li tora civakî ya Twitterê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, ji bo aboriyeke bihêztir, jêrxaneke me ya bihêztir divê, loma em piştevaniya sektora taybet dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Îro, me kevirê bingehê yê kargeheke çîmentoyê û wêstgeheke elektrîkê ya bi qasî 280 milyon Dolar bi hevbeşiya di navbera Dabîn û PowerChina de danî, bi vê yekê jî em nêzîkî 1000 derfetên kar pêk tînin.”

Herwiha di peyameke din de li ser Twitterê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em berdewam dibin ber bi Kurdistaneke bihêztir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:55:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x