Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana taxên Malta, Baroşka û Reza kir û guh da daxwazên xelkê wan taxan û amadehiya hikûmeta xwe bo xizmetkirina taxên hejar nîşan da.
Di berdewamiya civîna xwe ya li gel xelkê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Ez îro bi fermana Serok Barzanî hatime serdana we, ew ê dikarîna me wek hikûmeta herêmê de be, em ê xizmeta we û taxên we bikin.
Yek ji daxwazên taxa Malta ya Duhokê, çakkirina rêyên taxa wan bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî soz da ku hemû daxwazên wan cîbicî bike.
Her wiha welatiyekî ragihand û got; "Rast e kêmbûna xizmetguzariyan heye, lê Serokwezîr hat cem me û guhdariya hemû daxwazên me kir û em di wê baweriyê de ne ku hemû daxwazên me dê bên bicih anîn.”