Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şaredarê Nashville John Cooper û şandeke pê re kir ku ji hejmarek ji endamên encûmena bajar û serok û endamên Borda Destxwişkiyê ya bajarê Nashville pêk hatibû.
Di civînê de behsa geşepêdana pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê bi taybetî Hewlêr û Nashville hat kirin, bi taybetî di warê çand û perwerdeyê de, ku dê di demek nêzîk de bibin du bajarên destexwişk, Her wiha rola erênî ya revenda Kurdistanî yên li Nashville dijîn, bilind hate nirxandin.
Şanda bajarê Nashville xweşhakiya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya xwe ji bo cîbicîkirina çend projeyên hevbeş ligel bajarê Hewlêrê dubare kir.