Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Plasschaert tekeziyê li ser encamdana hilbijartinan dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

21.06.2023, Çar - 14:30

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Plasschaert tekeziyê li ser encamdana hilbijartinan dikin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir û ragihad, nabe êdî encamdana hilbijartinan were paşxistin.

Îro Çarşemê 21ê Hezîrana 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert kir.

Di civînê de li rewşa Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û li ser vê mijarê herdu alî hevnêrîn bûn li ser encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema herî nêz de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kiriye ku nabe êdî encamdana hilbijartinan were paşxistin û bibe qurbaniya xwast û daxwaza ti hêz û aliyekî ji bo paşxistina wê proseya demokrasiyê.

Di civînê de herwiha li ser guherîn û pêşhateyên rewşa Iraqê û desteberkirina mafên destûrî û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, gotûbêj hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:18:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x